tt
Maddeya narkotîkî Spice bi rêya înternetê tê firotin. Wêne: TT.

Ciwanên Spice bikaranîn rakirin nexweşxanê

Li bajarê Göteborgê duh êvarê şeş ciwanên ku şik tê kirin maddeya hişbir Spice bikaranîne rakirin nexweşxaneyê. Bi ya polîs rewşa çar ji van ciwanan gelekî ciddî ye. Mirovek bi gumana Spice firotîye van ciwanan, ji alîyê polês ve hatîye girtin.

4 kesên din jî bi şika tewana firotina maddeyên narkotîkî hatin binçav kirin.

Maddeya narkotîkî Spice van demên dawîyê di nav ciwanan de gelekî popûler e û heta niha çend ciwan mirine û gelek ji wan jî rakirine nexweşxaneyê.

Spice bi rêya siparîşên li ser înternetê tê firotin û her care tê qedexekirin firoşkar maddeyên nava wê de diguherînin û bi navekî din dixin nav bazarê.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".