Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
tt
Åsa Romson (MP), wezîra nû ya jîngehê. Wêne: TT.

Hildana tezmînata enerjîya atomî benda YE

Wezîra jîngehê Åsa Romson berya bilindkirina mîktara tezmînatê ya ji bo enerjîya atomî dixwaze li benda biryarên welatên din yên Yekîtîya Ewrûpayê bisekine.

Mesele li ser wê mîktarê ye ku divê sanayîya enerjîya atomî di rewşeke karesat û qezayê de garantî bike. Parlamentoya Swêdê biryar daye ku mîktar ji sê mîlyarê bilind bikin diwazdeh mîlyar kronî. Lê ev guhertin hêj nehatîye pêk anîn.

Hem dû wezîrên jîngehê yên ji Partîya navendê û hem jî Åsa Romson a ji Partîya kesk dixwestin vê mîktarê yekser bilind bikin. Lê rewş tevlîhev e û pêk anîna daxwaza ne hêsan e, dibêje Åsa Romsson: 

Romson dibêje sebeb ew e ku welatên Yekîtîya Ewrûpayê biryarê dane ku bi hev re biryara hildana mîkdara tezmînatê bilind bikin û wê bipejirînin.

Yekîtîya Ewrûpayê dê vê pirsê berya cejna noelê ya îsalî bîne rojeva xwe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".