anders jelmin
Habtewold Getahun muhendisê avakarîyê ji Etopyayê li cem Skanskayê di saya projeyekê de bû xwedî kar. Wêne: Anders Jelmin/SR.

Bîyanî şîrketan meqbûl dikin

Daxwaza şîrketan ya akademîsyenên bîyanî bigirin kar her diçe zêde dibe. Bi ya Daîreya karî ya gîştî ev eleqedarîya erênî ji bo peydakirina kompetansa pêşerojê tişteke heyatî ye. Û muhendisên ji eslê bîyanî jî hîs dikin ku şîrket li dû wan digerin.

Habtewold Getahun şeş sal berê hat Swêdê û penc sal tecrûbeyên wî ji branşa avakirina xanîyan heye.

–Ez gelekî kêfxweş im, ji ber ku ev kar û pîşe ji bo min xewnekê ye, dibêje Getahun.

Mînakek, şîrketa avakarîyê Skanska ye ku kar dide muhendisên avakarîyê yên bi tecrûbeyên ji derveyê welat. Ev yeka, şîrketa wan bêtir meqbûl dike, bi ya Skanskayê.

Soledad Grafeuille şefa beşê li Daîreya Karî eleqedarîya li cem şîrketan her diçe mezin dibe, lê ji bo şîrket karibin kompetans hildin cem xwe divêt hinek demdirêj bifikirin. Û Habtewold Getahun dibêje pêwîst e şîrketên li Swêdê hinek mecal bidin xwe.

– Heger şîrket giranî bidin û pare razînin ji bo perwerde û pratîkê wê demê gelek mirovên bi tecrûbe hene ku dikarin gelek tişt bidin Swêdê.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".