Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Sîgorteyên prîvat zêde dibin

Hat weşandin onsdag 19 november 2014 kl 11.51

Hejmara mirovên sîgorteyên nexweşîyê yên prîvat peyda dikin bi xurtî zêde dibe. Îro zêdeyî 600 hezar kesî li Swêdê xwedî sîgorteyek nexweşîyê ya prîvat in. 

Tenê di nav sê mehên dawî de nêzî 20 hezar kesên nû vê sîgorteyê peyda kirine. Vê yekê îstatîstîkên şîrketa Svenskförsäkring nîşan dide.

Bi sala 2000î re qîyas hejmara sîgorteyên prîvat şeş carî zêde büne. Ji sedî 73ê yên sîgorteyan ji alîyê şîrketên karbidest ve ji bo xebatkaran hatîye kirîn.  

Lê her weha sendîkayên karmend û akademîsyenan yên wekî TCO û SACO jî sîgorteyên wekî vê pêşkêşî endamên xwe dikin.

Di saya sîgortayeke nexweşîyê ya prîvat de mirovek dikare leztir lênêrîneke spesîyalîstan wergire.

Yanî ev kes ne hewce ye di doreke dirêj de li bendê bimînin. Di şûna nexweşxaneyên parêzgehê yên fermî de li klînîkek prîvat lênêrîna wan dikare bê kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".