Kobani, ISIS, Rojava, Syrien, Kurdistan, YPG, peshmerge, kurdiska
Rafael li Kobanî şerê Daişê dike. Foto: privat

Ji Swêdê çû parastina Kobanî

Bi roj perwerdeya nîşangiriyê dide û êvaran şerê Daşê dike.
12 min

Xortê ku li Swêdê çêbûye, mezin bûye niha di parastina Kobanî de biroj perwerdeya nîşangiriyê dide û êvaran tevî hêzên YPG dikeve şerê li hemberî Daişê de.

Xortekî bi kincên leşkerên Swêdê ye. Li ser milê wî yê çepê alaya Swêdê û li ser êlekê fîşekan jî alaya YPG ya bi stêrka sor. Sîleheke M16 ya emerîkî di destê wî yê çepê de, bi destê rastê îşareta serkeftinê bilind dike.  

Wêne li Kobanî hatiye girtin. Xortê di wêne de Rafael li Swêde ji dayik bûye, mezin bûye berya du heftiyan tatîl ango semester standiye û çûye parastina Kobanî. Niha ew di şerê li hemberi Daişê de ye. 

Di hevpeyvîneke bi pişka kurdî ya Radyoya Swêdê re ew behs dike bê ew çima çûye, li wira çi alîkariya wî dide hêzên parastina bajêr, şer çawa diçe û rewşa Kobanî çi ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".