Zarokên mexdûr qezenceke baş in

Heft ji deh şîrketên lênêrînê yên ku qezenceke mezin dikin ew xanîyên ji bo zarok û ciwan in ku nikarin li mala xwe bijîn. Ji vana re  dibêjin HVB-hem. 

Vê yekê lêkolîneke ji şîrketa agahîya kredîyan UC nîşan dide. 

Bi ya wê, qezenca van şîrketên lênêrîna zarok û ciwanên mexdûr qezenceke navbera ji sedï 30 ta 60î dikin.

Yanî ji her sed kronek ku ji dezgehên refahê werdigirin azamî 60 kron diçe bêrîka wan.

Bi ya Roland Sigbladh ku li UC kar dike ev qezenca mezin gerek e derfeteke baş bide şaredarîyan ku mesrefa lênêrînê kêmtir bikin û pê re barê bacdaran jî siviktir bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".