Mikael Kiesbye/Försvarsdepartementet
Komîsyona pîlansazîya leşkerî ya sala 2013. Wêne: Mikael Kiesbye/Försvarsdepartementet.

FP dixwaze komîsyona pîlansazîya leşkerî bicivîne

Partîya gel a lîberal (FP) îro bi nameyek ji serokwezîr Stefan Löfven daxwaz dike ku Komîsyona pîlankirina karûbarên parastina leşkerî ji nû ve bicivîne. Sebeb ew e ku ji meha gulanê û vir ve gelek tiştên nû qewimîne ku gerek e li ser biryarên di warê ordî û parastinê de bandora xwe bike. 

Serokê partîya gel Jan Björklund dibêje Rusya gelekî êrîşkar bûye û li deryaya baltîk bi hereketên tehdîtkar radibe. Em kiryarên wê yên li Ukraynayê jî dibînin. Ji ber vê yekê gereke em kapasîteya xwe ya parastinê xurt bikin û vê yekê van salên nêzîk bikin û ne li benda sala 2020î bin.

Partîya gel di wê bawerîyê de ye ku biryarên komîsyona parastinê yên ji 15 gulanê ji ber peşkeftinên dawî kevin bûne. Û dema komîsyon careke din li hev bicive pêwîst e mijara endametîya Swêdê di Natoyê de jî karibe were nîqaş kirin. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".