Derzîlêdana penaxwazn hat gilîkirin

Dezgeha Lênêrîna Tewankaran li cem Çavdêrîya lênêrîn û tendrûstîyê gilîyê dû personelên lênêrîna nexweşîyê dike.

Ev gilî piştî wê bernama bi navê Kaliber ya Radyoya Swêdê tê, ku li ser rêwîtîyên sînorderkirinê yên Dezgeha Lênêrîna Tewankaran lêkolînek kiribû.

Ev dezgeh ji sînorderkirina wan penaxwazan berpirsîyar e, ku bi dilxwazî venagerin welatê xwe.

Bernama Kaliber aşkera kiribû ku çendîn caran bi zorê derzîyên sekankirinê li wan kesên dihatin sînorderkirin dane. Her weha di qanûna lênêrîna bi zorê ya psîkîyatrîyê de jî ji bo derzîlêdanê destek tune ye.

Li ser lêkolîna bernama Kaliberê Dezgeha Lênêrîna Tewankaran çend bûyerên bi derzîlêdana bi zorê ve girêdayî jî li cem polês gilî kirîye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".