Janerik Henriksson/Scanpix.
Terikandina cigarê hejmara mirinan kêm kirîye. Wêne: TT.

Mirina kêm însanan zerarê dide şîrketên binaxkirinê

Yek ji her şeş şîrketên binaxkirinê mirîyan zerarê dike, li gorî lêkolînek ku şîrket agahîya kredîyan UC çêkirîye. Sedemek ew e ku reqabeta navbera şîrketên binaxkirinê dikin zêde bûye. Lê sedemeke din jî ew e ku kêmtir û kêmtir mirov dimirin.

Heger ev rêçûn dewam bike dê hejmara kesên îsal li Swêdê dimirin bi qasî sala 1977’an nizim be. Vê yekê jî hejmarên ji Buroya îstatîstîkan ya navendî SCB nîşan dide.

Sebebê ku kêmtir mirov dimirin bi çend faktorên bi hev ve girêdayî ye. Kêmtir kes cigare dikşînin û nexweşîya grîbê ya îsalî gelek sivik bûye.

Elbet mirina kêmtir însanan kêfa gelek kesan tîne, lê ji bo şîrketên binaxkirinê ev problemekê ye.

Ulf Lernéus serokê federasyona şîrketên binaxkirinê ye. Bi ya wî, hejmara mirîyan îsal gelekî nizim e. Lê ew bawerîya xwe bi îstatîstîkan tîne û dibêje dê ev rêçûn di nêz de ji nû ve bizivire…

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".