Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Moderat dixwazin şerta anîna xizman tundtir bikin

Hat weşandin torsdag 20 november 2014 kl 11.03

Partîya muhafezekar ya Moderat dixwaze careke din şertên li ser wan kesên dixwazin xizmên xwe bînin Swêdê tundtir bibe.

Berdevka partîyê ya pirsên mihacirîyê Elisabeth Sventesson pêşnîyaznameyek daye parlamentoyê û dibêje pêwîst e şerta xwedîkirina xizmên têne Swêdê were tundkirin ji ber ku ew şerta berê di pratîkê de ji bo gelek kesan derbas nabe û ji ber vê bê mane bûye.

Îstatîstîkên ji Daîreya mihacirîyê ya gîştî nîşan dide; ew şerta ku hikûmeta bûrjuwa sala 2010’an ferz kiribû, ji bo sedï 99’e wan kesên çar sal piştî wergirtina mafê rûniştinê xizmên xwe anîne, derbas nebûye. 

Dû sal berê jî wezîrê koçê Tobias Billström ê moderat xwestibû şert tund bike lê partîyên hevpeyman vê red kiribû. Di halî hazir de tenê Demokratên Swêdê tundkirina şertan ji bo anîna xizman destek dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".