Hatina penaberan kar peyda dike

Barê li ser xebatkarên Daîreya mihacirîyê ya gîştî ewqas zêde ye ku gerek e hejmareke zêdetir karmend bigirin kar.

Ji ber ku salên dawîyê hejmara penaberên têne Swêdê zêde bûye Daîreyê tenê di nav dû salên dawîyê de hezar kesên nû girtîye kar. Vê yekê kanala radyoyê P4 Västernorrland radighîne.

Sala çûyî jî Daîreya mihacirîyê 400 kesî girtin kar. Îsal dê bi gîştî 80 hezra penaber werin Swêdê û îsal heta niha 600 karmend li daîreyê dest bi xebatê kirine.

Hejmara gîştî ya xebatkarën daîreyê niha 5 300 kes e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".