Bertil Ericson/TT
Lê heta niha civakê têra xwe ji wan îstîfade nekirîye. Wêne: Bertil Ericson/TT.

Tehsîldaran aborîyê mezin kirin

Sebebê herî mezin yê mezinbûna aborî ya Swêdê ew e ku bêtir kes dïploma dibistana bilind û zaningehê werdigirin. Di salên 1990î de hejmara xwendingehên bilind û pê re hejmara şagirtên bi tehsîla bilind zêde bû.

Aborîya swêdî di salên navbera 2000î û 2010 de bi sedî 30 mezin bûye. Sedemê nîvê vê mezinbûnê zêdebûna kesên bi xwendina bilind e.

Vê yekê raporek ji tora lêkolînî Entreprenörskapsforum nîşan dide.

Mirovekî bi xwendina bilind bi navcînî navbera dû û sê caran ji mirovek bi xwendina nizim bêtir produktîf û berhemdar e.

Lê tevî vê yekê jî kompetansa kesên xwenda bi azamî nayë bikaranîn, bi taybetî jî zehmettir e ji bo şîrketan ku van kesên xwenda bibînin û kar bidin wan.

Profesorê aborîyê Pontus Braunerhjelm li  KTH kar dike: 

Her weha civaka swêdî ne ewqas jêhatîye jî ku karekî li gorî kompetansê bidin wan bîyanîyên bi xwendina bilind  ku hatine Swêdê. Ev jî ji bo civakê weke wendakirinekê girîng tê dîtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".