CC BY-SA och Bertil Ericson/TT
Wêne: CC BY-SA och Bertil Ericson/TT.

Bromma û rê hikûmet têk bir

Hikûmet îro di warê girtina balafirgeha Brommayê de û rawestandina avakirina rêya wesayîtan ya li kêleka Stockholmê de têk çû.

Piranîyek endamên komîsyona trafîkê ya parlamentoyê ku ji burjuwayên hevpeyman û Demokratên Swêdê pêk tê deng dan ku van her dû pirsan hetanî berya serê salê ji nû ve bînin rojeva rûniştina gîştî ya parlamentoyê.

Avakirina rêya wesayîtan (förbifart Stockholm) hetanî meha gulanê ji bo demeke berwext hatîye rawestandin. Lê heger Hevpeyman û Demokratên Swêdê îradeya xwe bidin qebûlkirin ev xebat dikare ji meha çile ve ji nû ve dest pê bike.

Dijberê hikûmetê, ev partî, her weha daxwaz dikin ku balafirgeha Brommayê ya Stockholmê her li cihê xwe bimîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".