John Stillwell / TT
Julian Assange her mêvanê balyozxana Ecuadorê ye. Wêne: John Stillwell / TT.

Tewqîfa Assange her berdewam e

Dadgeha îstînafê (Svea Hovrätt) îro biryar da ku sazûmankarê Wikileaksê Julian Assange tevî nehazirbûna xwe her tewqîfkirî bimîne.

Vê tîrmehê Dadgeha destpêkî (Tingsrätten) biryar dabû ku halê tewqîfkirî yê Assange her berdewam be. Parêzerên wî ji biryarê re îtiraz kiribû.

Li derbarê Julian Assange de li Swêdê gumana tecawizkirinê, zora neqanûnî û dû destavêtinên seksûelî hene.

Ji ber tirsa ku ji Swêdê were îadekirinê Amerîkayê ev dû sal in Assange bêyî daxwaza xwe li balyozxana Ecuadorê ya li Londonê asê ma ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".