Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Arîza rêyên trênê çareser bû lê di çûnhatinê de derengî berdewam e

Hat weşandin fredag 21 november 2014 kl 09.59
TT
Rawestîna seferên trênan hejmarek zêde rêwî mexdûr dike. Wêne: TT.

Ji ber arîzayeke sînyalragihandinê tevahîya trafîka navbera Södertälje syd û Stockholm central serê vê sibê rawestîya. Lê berya nîvro saat 10.00 ttrên ji nû ve dest bi seferên xwe kirin lê li gelek xetan derengîyên zêde dirêj heye. 

Heta niha dîyar nebûye ka sebebê arîzeya sînyalê ya li îstasyona Felmingsberg ku bû sedema felcbûna trafîka trênan çima rû da.

Arîzaya sînyalê li rawestgeha Flemingsbergê rûda ye û ev bandorê hem li ser rêwîyên rêyên hesinî SJ dike û hem jî rêwîyên trênên SLê yên banlîyöyê (pendeltåg).

Daîreya trafîkê ya navendî  li îstasyona Flemingsbergê xebitî ku arîzaya sînyalî bibîne. Ji ber ku dû rêyên hesinî yên sereke hatine girtin hejmarek zêde rêwî mexdûr bûne. Her weha trênên navbera Sundsvall û Stockholmê seferê dikin jî ji vê arîzeyê tesîr girtin.

Rêya seferên trênên ku ji Stockholm diçin Malmö û Göteborgê hat guhertin û ji bajarê Västeråsê ve derbas bûn.

Di şûna seferên trênên SLê yên navbera Tumba û Huddingeyê jî seferên otobosê hatibûn danîn.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".