Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Xelatên rojnamegerîyê xwedîyên xwe dîtin

Hat weşandin fredag 21 november 2014 kl 14.12
 Henrik Montgomery / TT
Xelatgirên sala 2014. Wêne: Henrik Montgomery/TT.

Xelata mezin ya rojnamegerîyê duh êvarê li Stockholmê bi merasim û şahîyek hat belav kirin.

Dokûmentera Şîlan Diljen reva min ”Min flykt” ku ji bo beşa rojnamegerîya nûjenkar hatibû pêşnîyazkirin xelat negirt – di wê beşê de xelat çû ji rojnama metroyê û malpera wê ya bi navê ”Viralgranskarna” ku derewên bi taybetî jî li ser medya civakî belav  dibin aşkere dike.

Ji radyoya Swêdê dokumentera kanala P1 ”Rädda Sverige” Swêdê rizgar bikin ya Måns Mosesson xelata ”behskarê salê” wergirt. Dokumenter li ser hilbijêrên ku dengê xwe didin partîya Demokratên Swêdê ye.

Dan Josefsson û Jenny Küttim bi pirtûka ”Mannen som slutade ljuga” (Zilamê ku dev ji derewkirinê berda) û dokumentera televîzyonî  ”Kvinnan bakom Thomas Quick” (Jina li dû afirandina Thomas Quick) xelata aşkerekirina salê wergirtin…

Ji kanal TV4 jî rojnamegera westa Malou von Sivers xelata mezin ya rojnamegerîyê ya Lukas Bonniers wergirt.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".