Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Mamoste nikarin karên daîmî bibînin

Hat weşandin fredag 21 november 2014 kl 14.20

Hejmara kesên ji bo demeke sînorkirî kar dikin giha ye astên rekorê. Bêtirî wan li sektora perwerdeyê weke pedagog û mamoste kar dikin. 

Ji sala 2007’an ya konjuktura bilind û vir ve tu car ewqas zêde mirov demsînorkirî kar nekirîye.

Bi ya raporak ji konfederasyona sendîkayên karkeran LOyê karên demsînorkirî herî zêde di nav branşa çandê, hotell û restorantan de hene.

Lê dema mirov li hejmara kesên bêyî karê daîmî binêre sektorek din derdikeve pêş – sektora perwerdeyê. Li wir 79 hezar karmend ji bo demeke berwext kar dikirin.

Bi ya LOyê ev karmend pedagogên pêşdibistanê, mamoste, mamosteyên lîseyê û mamosteyên zaningehê ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".