tt
Ji sedî 14ê nifûsa Swêdê qelew in.

Qelewî bi qasî şer bi mesref e

Qelewî û kîloyên pirr ewqas zêde bûye ku êdî mirov bi serê xwe tenê nikarin rê li ber bigirin. Ji ber vê yekê jî gereke civak û dewlet tedbîrên acîl bigire ku di jîyana însanan de guhertinek pêk bîne, naxwe hetanî 15 salan nîvê mirovên li cîhanê dê bibin xwedî kîloyên zêde.   

Li Swêdê li cem yek ji sê kesan kîloyên zêde heye û ji sedî 14ê nifûsê jî qelew in, yanî hejmara BMI ya wan serîya 30î ye.

Heger rêçûn wisa dom bike dê 15 sal paşê nîvê nifûsa cîhanê xwedî kîloyên zêde bin. Vê yekê raporeke nû ya sazîya brîtanî McKinsey Global Institute nîşan dide.

Mesrefa civakan ya ji bo encamên qelewîyê bi qasî yên cigarekişandinê û butçeyên şer bilind e.

Li Ewrûpayê Swêd di lîga qelewîyê de li sêbeşa jêrîn de ye. Ji Almanya û Brîtanyayê baştir e lê ji Fransayê xerabtir e.

Bi ya professor Stephan Rössner ku li ser babetê lêkolîn kirîye qelewî ne ji tembelîya însanan tê. Hîna jî genên însanan ji dewre kevirîn maye ku ji psîkolojîya însan re dibêje ”bixwe, sibê xwarin nîne” û dewra me ya modern ku bê sînor her cûre xwarin lê peyda dibe û ne pêwîst e însan mecalên fîzîkî bide xwe ji bo peydakirina xwarinê.

Yanî qelewî û kîloyên zêde ewqas zêde bûye ku êdî mirov bi serê xwe nikarin rê li ber bigirin. Ji ber vê yekê jî gereke civak û dewlet tedbîrên acîl bigire ku di jîyana însanan de guhertinek pêk bîne, dibêje professor Stephan Rössner yê berê li Karolînska instîtutet kar kiribû. 

– Qelewî êdî wekî zemanên berê ne tiştek estetîk e, xanimên şîşman yên rojeke havînê li ber çem dirêjketî ne. Qelew, ew însanên bi deprasyon yên bi kalîta xerab yê jîyanê ne ku bi awayeke bêhempa li ber xwe dide. Ji ber ku kes naxwaze qelew be, bi ya Stephan Rössner.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".