Debbi Nûjen / wêne: privat
Debbi Nûjen / wêne: privat

Hiqûqnasên kurd civat ava dikin

Êvara înê  hejmarek huqûqnas û parêzerên kurd li Stockholmê civïyan bi armanca ku hevûdû nas bikin û gava yekem ji bo avakirina Civata hiqûqnasên kurd li Swêdê bavêjin. 

Însîyatîfgira vê civînê Debbie Nûjen dibêje hedefa wan a yekem ew e ku avûkat û hiqûqnasên kurd yên li Swêdê ji hebûna hev hayedar bin.

Debbie Nûjen dibêje zehmet e mirov texmîn bike ka çend hiqûqnasên kurd li Swêdê hene.

Lê 35 kesan sozê dane ku ewê tevlî civîna vê êvarê ya li Stockholmê bibin ku bûroya Debbie Nûjen lê kar dike Innerstadsadvokaterna jê re malovanîyê dike.

Lê hetanî niha 50 hiqûqnasên kurd xwestine tevlî tora avakirina Civata hiqûqnasên kurd bibin.

Û ne tenê alîkarî û desteka ji bo hev, qismek ji hiqûqnasên tevlî civatê dibin berî her tiştî dixwazin ji bo parastina maf û azadîyên li Kurdistanê kar bikin.

Bi taybetî jî ew tewanên şer yên rêxistina Dewleta Îslamî Daîş pê radibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".