Girtina Qedrî Yildirim mehkûm kirin

Li Swêdê hejmareke zêde şexsîyet û ronakbîrên kurd girtina serokê beşê kurdolojîyê yê Unîversîteya Mêrdînê, Qedrî Yildirim, şermezar kirin. 

Di operasyonekê polêsê tirk de ku di 18 mijdarê de destpêkir Qedrî Yildirim û mamosteyên beşê kurdolojîyê hatin girtin.

Hejmara girtîyan li gorî çapemenîya tirkî 70 ye. Piranîya girtîyan bi karên ne li rê û bertîlxûrîyê tên sûcdar kirin, lê ne Qedrî Yildirim.

Şexsîyetên kurd yên ji Swêdê yên wekî Reşo Zîlan, Abdulbasit Seyda, Marina Taloyan û Cemil Gundogan di peyamekê de dinivîsînin:       

”Beşê kurdî di warê ziman û çanda kurdî de gavên pir biserketî û girîng avêtine û xebatên pir hêja kirine. Lê dîyar e ku hin hêz ji vê rewşê û ji dengvedana kurdolojîyê gelek aciz bûne û ji ber vê yekê bi buxtanan dixwazin rê li ber kar û xebatên akademîsyenên kurd bigirin. Nîjadperest û dijminên çand û zimanê kurdî bi vê operasyonê dixwazin di şexsîyeta Prof. Qedrî Yildirimî de beşê kurdî û herweha akademîsyenên kurd di bin tohmetê de bihêlin. Loma divê bê zanîn ku ev operasyon bêşik operasyoneka rûmetşikandinê ye.”

Yek ji xebatên beşê kurdolojîyê yê Unîversîteya Mêrdînê ew bû ku arşîvên kurdolojîyên li welatên cîhanê yên curbicur li Unîversîteya Mêrdînê di kitêbxaneyeka kurdolojîyê de bicivîne.

Bi ya daxûyanîyê yek ji hedefên vê operasyona girtinê jî ev xebat û projeya akademîsyenên kurd e.

Beşê kurdolojîyê yê Unîversîteya Mêrdînê dema çend sal berê hat sazkirin ji alîyê hikûmeta tirk ve gelek caran weke mînaka gavên pêş yên ji bo pirsa kurdî li Tirkiyê dihatin nîşandan.

Lê rexnegir dibêjin sedemê girtina professor Qedrî Yildirim û mamoste û xebatkarên kurd yên zaningehê ew e ku wan red kiribûn ku li gorî daxwaz û nîyetên dewleta tirk tevgerin.

Zana Schiroyi
zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".