Fredrik Persson/TT
Serokwezîrê berê derket meydanê lê zêde deng nekir. Wêne: Fredrik Persson/TT.

Reinfeldt jîyana xwe ya sîyasî çap dike

Serokwezîrê berê Frederik Reinfeldt piştî bêdengîyek dirêj îro cara yekem li dû hilbijartinê derket holê.

Reinfeldt da zanîn ku ewê payîza sala pêş me pirtûkek li ser jîyana xwe ya sîyasî ya 25 salî çap bike. Wî bi weşanxaneyek re ji niha ve peymanek çêkirîye. Û roja înê pişt nîvro di komcivîna rêxistina ciwanan (MUF) ya partîya moderat de axaftinek kir.

Pişt re di warê namzeta serokatîya partîyê Anna Kinberg Batra de fikra Fredrik Reinfeldt hat pirsîn lê wî nexwest di vî warî de tu şîrove bike. Her wekî vê wî çend pirsên din yên li ser pêşkeftina Demokratên Swêdê jî bê bersîv hêşt.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".