TT
Daîreya karî. Wêne: TT.

Daîreya karî qaîde betal dike

Kesên li kar digerin dê êdî neyên mecbûrkirin ku serî li wan kar û pîşeyan bidin ku şensê wan tune ye peyda bikin.

Rojnama Dagens Nyheterê radighîne ku midûrê gîştî yê Daîreya karî Mikael Sjöberg wê qaîdeyê rakirîye ya li ser karmendên daîreyê ferz dikirin ku di her hevdîtinekê de bi kesê li kar digere re çend pêşnîyazên serîlêdana kar pêşkêş bike.

Mikael Sjöberg ji rojnameyê re dibêje vê qaîdeyê kiribû ku karmend hîn caran lihevanîna kar û bêkar dida alîyek û  ”20 karên ji sîstemê hil didan” û pêşkêş dikirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".