Turîstên swêdî li Tirkiyê birîndar bûn

Piştî qezayeke navbera dû otobosan de li herêma Antalyayê li Tirkiyê bi dehan swêdîyên birîndar rakirin nexweşxanê.

Di qezaya duh roja yekşemê de zêdeyî 30 turîstên swêdî di yek ji otobosan de bûn.

Li gorî daxûyanîyek ji wezareta karê derve jinek 70 salî bi giranî birîndar bûye.

Hemû birîndar hîna jî li nexweşxaneyê têne dermankirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".