TT
Agneta Ramberg û Patrik Jönsson(SD).Wêne: Jonas Ekströmmer/TT.

SD pêbawerîya bi dadgehên mihacirîyê re dişkîne

Piştî serkeftina di hilbijartinên dawî de hejmara endamên partîya rexnegirê penaberîyê Demokratên Swêdê (SD) yên di heyetên dadgehên mihacirîyê de dû-qat zêde bûye.

Ev jî pêbawerîya bi dadgehan re qels dike, bi ya Anne Ramberg ku seroka Cemîyeta parêzerên Swêdê ye. 

Dadgehên mihacirîyê girêdayî dadgehên îdarî ne û li bajarên Luleå, Stockholm, Göteborg û Malmö hene. Di heyeta van dadgehan de ji bilî hakim sê endamên din jî hene ku partîyên sîyasî li gorî temsîla xwe xuya dikin.

Piştî serkeftina mezin ya di hilbijartinê li herêma Skåneyê ji 312 endamên heyetên dadgehan 48 ji partîya Demokratên Swêdê ne.

Ji ber ku ev partî li dijî hatina penaberan ya ji bo Swêdê ye, metirsî heye ku dê fikrê wan ê sîyasî li ser biryarên wan yên hiqûqî bandorê bike.

Lê Patrik Jönsson, ku hem parlamenter e û hem jî li dadgeha mihacirîyê ya Malmöyê endamê heyeta mehkemê ye dibêje ew ne ji alîyê xwe ve  û ne jî ji alîyê yekê din ve alîgirîya sîyasî nabîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".