SKL: Pareyê karê şagirtîyê dê vala biçe

Karên şagirtîyê (traineejobb) yên bi armanca ji ciwanên bêkar re kar peyda bikin di hilbijartinê de yek ji sozên girîngtirîn yên Sosyaldemokratan bûn.

Van karana dê bêtir di sektora lênêrîna extîyaran yan jî li xanîyên dema vala yên zarok û ciwanan de bihata peydakirin.

Di pêşnîyaznameya butçeyê de hikûmetê ji bo sala pêş me pêşnîyaza 3 200 karên şagirtîyê kir. Ji bo sala 2016’an jî soza 9 000 karên şagirtîyê hatîye kirin.

Lê ev pêşnîyaz dikare bibe tedbîrek demkin ku nikare pêdivîya bi personel ya di sektora refahê re bibe bersiv. Vê yekê şefa rêxistina Parêzgeh û şaredarîyên Swêdê (SKL) Agneta Jöhnk dibêje. 

– Metirsî ew e ku van perana vala bên serfkirin. Ev dikare bike ku kesên xwedî kar her tim ciwanên nû bigirin van karên berwext lê karên rastîn nedin wan.

Karên şagirtîyê beşek ji wê peyman destpêkirina kar ya navbera şaredarî û sendîkayan de ye. Û ya maaşê şagirtan dide jî dewlet e.

Wezîra bazara kar Ylva Johansson tu metirsîyek nabîne ku karên şagirtîyê  bike ku pareyê dewletê bi valahî biçe.

Johansson bi armanca şikildana van karên ji bo ciwanan bi şaredarîyan re dest bi dîyalogek kirîye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".