TT
Cûdakarî dike ku roman gelek caran nikarin xanî peyda bikin. Wêne: TT.

"Di bazara xanîyan de cûdakarîyek sîstematîk li romanan tê kirin"

Navbeynkarên ku xanîyan peyda dikin li hemberî romanan cûdakarîyê dikin. Ji ber vê yekê gelekî zehmettir e ji bo wan ku xanî kirê bikin.

Vê yekê Daîreya xanîya, Boverket, di raporek xwe ya nû de dîyar dike, radighîne redaksîyona romanan ya Radio Swêden.

Dayîka sê zarokan ku em jê re dibêjin Rosita, ji ber ku ew naxwaze navê xwe yê rastî bibêje bahs dika ka ev cûdakarî çawa pêk tê. 

– Ew di telefonê de gelekî qenc bûn, lê dema ez çûm wir û wan min dîtin gelekî aciz bûn û gotin ’na xanîyê ku em bidin kirê tune ye’.

Li gorî rapora Daîreya Xanîyan Rosîta ne tenê ye. Cûdakarîya li hemberî romanan li Swêdê sîstematîk e û tiştên wisa tê serê gelek kesan. Û ne tenê kesên roman behsa cûdakarî dikin. Her weha bûroyên sosyalê û dezgehên alîkarîya wan dikin jî şahidê cûdakarîyê dibin, li gorî vê raporê..

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".