Sê kesên dixwestin tevlî Daiş bibin hatin sekinandin

Roja înê sê xortên ji Swêdê ku pîlan kiribûn biçin Sûrîyê û tevlî rêxistina Dewleta Îslamî (Daiş) bibin hatin astengkirin.

Bi yar rojnama Dagens Nyheterê dû xortên 17 salî û keçek 16 salî ji alîyê rêxistina dilxwaz Svensk antiterror och avhoppare SATA ve li balafirgeha Umeåyê hatin rawestandin.

Vê grûpê bi van ciwanan re axivî û bi alîkarîya dê û bavê wan wan îkna kir ku li Swêdê bimînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".