TT
Xelatgirên Augustpriset. Wêne: TT

Xelata August ji bo pirtûka li ser jina malê

Xelata wêjeyî ya herî mezin ya netewî, Augustpriset, duh êvarê di sê kategorîyan de hat belav kirin.

Di kategorîya wêjeya bedew de xelat çû ji pirtûka Kristina Sandberg ya bi navê ”Liv till varje pris” (bi kurdîyek raste rast: Her tişt ji bo jîyanê). Pirtûk beşa sisîyan ya rêzeromana li ser jîyana jina malê Maj e.

Di kategorîya pirtûka faktayî de xelat çû ji pirtûka Naturlära (Zanistîya xwezayê) ya hunermend Lars Lerin.

Û di kategorîya wêjeya zarok û ciwanan de jî xelatgir Jakob Wegelius bû bi pirtûka ”Mördarens apa” (Meymûna mêrkûjî).

Wekî din nivîsa Orangeriet ya Matilde Villegas Bengtsson xelata biçûk ya Augustpriset wergirt.

Galaya Xelata August ji 1989’an ve salane tê li darxistin. Xelat, ji heykeleke sê-kîloyî û 100 hezar kronî pêk tê. Xelata biçûk ya August jî 15 hezar kron e.

Xelat bi armanca bîranîna nivîskar û şanonîvîserê mezin yê swêdî August Strindberg hatîye saz kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".