tt
Ola Pettersson li LO. Wêne: TT

LO: 100 000 kesî re kar peyda bikin!

Mezinbûna aborî ya Swêdê qels e û bêkarî bi berdewamî bilind e. Ev, pêşbînîya Konfederasyona sendîkayên karkeran LO ya ji bo salên pêş me ye.  

Bi ya LOyê dê aborîya Swêdê van dû salên pêş me hem ji bawerîya hikûmetê û hem jî ji texmînên Bankeya Navendî xerabtir be.

Li gorî vê, dê binavcînîya hatinîya neteweyî ya nesafî sala 2015’an ji sedî 2,1 be û 2016’an de jî ji sedï 2,3 be.

Bi ya aborîzanên LOyê dê bêkarî bi sedî 7,6î her bilind bimîne. Û ji bo vê yekê, ew bang li hikûmetê dikin ku ji bo hêz bidin aborîyê 70 mîlyar kron ji bo peydakirina 100 hezar karên nû razînin. Di saya vê mesrefê de bêkarî dikare bi sedî 2 kêm bibe, bi ya Ola Pettersson, şefekonom li LO:

Ola Pettersson dibêje rewş gelekî ciddî ye û bi rewşa aborîya xerab ya welatên din ve girêdayî ye – ev jî ew welatên ewrûpî ne ku bazarên wan ji bo îxracata swêdî girîng in. 

Pêşbîneyeke din ya ku bankeya SEB îro dîyar kir, kêm zêde destekê dide pêşbînîya sendîka karkeran LOyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".