Boende på flyktingförläggningen i Undrom. Till vänster Nebras Ghannam från Syrien. Foto: Lotte Nord/SR
Boende på flyktingförläggningen i Undrom. Till vänster Nebras Ghannam från Syrien. Foto: Lotte Nord/SR

Xanî ji penaxwazan re lazim in

Xaniyên penaxwazan
4:23 min

Sala bê ji bo penaxwazan Daîreya Koçê li 20 000 cîyên nû digere. Hêvî ew e ku rêxistinên dilxwaz mîna Dêra Swêdê alîkar bin.

Ji bo penaxwazan Daîreya Koçê li 20 000 cîyên nû digere. Ev 20 000 cîyên nû di nav sala bê de pêwist in û lewra Daîreya Koçê niha li hevkaran digere. Hevkarek muhtemel ku baldarî nîşan daye Dêra Swêdê ye. Heftiya derbasbûyî nûnerên herdu dezgehan li hev civiyan. Tolle Furugård ji Daîreya Koçê ji baldariya dêrê dilxweş e.

– Erê, helbet wê pir baş be eger kapasîte hebe. Xaniyên nû lazim in, tenê ji bo sala bê 20 000 xanî pêwist in û ew ne hêkên kelandî ne em ji bin çengê xwe derxin. 

Îsal 83 000 penaber hatine Swêdê. Tê çaverêkirin ku sala bê ev hejmar bilind bibe û bigihîje 95 000 î. Halê hazir derdorê 50 000 xaniyên cuda yên Daîreya Koçê hene, lê ji bo sala bê 20 000 xaniyên nû pêwist in. Daîreya Koçê ji niha de di nava hewldanên berfireh de ye; ji eskeriyê bigire heta bi hêza parastinê û Dezgeha Amadekarî û Parastina Civakî re bi gelek meqaman re hevdîtinan pêk tîne. Lê hedef ji ciyên demkî bêhtir peydakirina xaniyên dayîmî ye.

– Tercîha me tim peydakirina xaniyan e. Halê hazir 28 000 daîreyên me hene, îsal 3-4000 ciyên nû me peyda kirine û eger şensê me hebe sala bê jî em ê bikaribin ewqasan peyda bikin. 

Loma Daîreya Koçê niha bi meqamên resmî, rêxistinên dilxwaz, şîrketên sanayî û bazirganiyê re hevdîtinan pêk tîne. Kristina Hellqvist li Dêra Swêdê seroka projeya pirsên entegrasyon û koçberiyê ye: 

--Em di vê branşê de hin aktorên şexsî dibînin ku qezencê ji vî karî dikin û em ji vêya nerazî ne. Bi me aktorên dilxwaz pêwist in û em xwe wek aktorek talibê vî karî dibînin.

Halê hazir Daîreya Koçê hema hema nîvê ciyên xwe ji şîrketên prîvat kirê dike – şîrketa Bert Karlsson yê meşhûr yek ji yên herî mezin e. Daîre ji bo her kesekî şevê 350 kronî dide. Îcar hêvî ew e ku bi rêxistinên dilxwaz mesref were daxistin, lê ciyên herî arzan kampên penaberan e.

Tolle Furegård dibêje:

--Di daîreyên wiha ku em kirê dikin de mesrefa her kesekî rojê 50 krone, xwarina xwe jî ji bo ku ew bi xwe çêdikin rojê bi 70  kronî îdare dibe.


Niha Daîreya Koçê komeke xebatê wezîfedar dike da ciyên nû peyda bikin. Tolle Furegård nebawere ku ew bikaribin 20 000 daîreyan bibînin, lê ji xwe bawere ku çareseriyên bi kêmayî demkî peyda bikin.


BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".