Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Åkesson dû mehên din nexweş e

Hat weşandin tisdag 25 november 2014 kl 15.38
tt
Jimmie Åkesson (SD). Wêne: Lars Pehrson/TT.

Rapora nexweşîyê ya serokê Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson hetanî dawîya meha çile hat dirêjkirin.

Vê yekê sekreterê çapemenîyê yê Åkesson ji malpera rojnameya Dagens Nyheter re dibêje.

Ji ber vê ew nagihe di meha kanûnê de beşdarî konferansa şaredarîyan ya partîya xwe bibe û di meha çile de jî tevlî nîqaşa serokên partîyan bibe.

Jimmie Åkesson demek kin piştî hilbijartinê, ji ber teşxîsa helakbûnê, rapora nexweşîyê girtibû.

Serokê grûpa partîyê Mattias Karlsson di şûna wî de cîgirîya serokatîya Demokratên Swêdê dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".