tt
Margot Wallström. Wêne: TT.

Margot Wallström çû Maydanê

Wezîra karê derve Margot Wallström li Ukraynayê soza destekê da, lê şerta reforman û têkoşîna li dijî gendelîyê jî da pêş.

Wezîra karê derve Margot Wallström ku ji bo serdaneke fermî li Ukraynayê ye dê biçe meydana serxwebûnê ya bi navê Maydan ya li navenda peytext Kievê, ew cihê ku bûye sembola berxwedanê û li wir bi çalakvanan re hevdîtin pêk bîne.

Pişt re dê Margot Wallström bi serokdewlet Petro Porosjenko re hevdîtinek pêk bîne û li ser alîkarîya swêdî ya bi Ukraynayê re bi axive.

Di serdana xwe de dê Wallström binxêz bike ku Ukrayna her dem dikare di nava Yekîtîya Ewrûpayê de piştgirîya swêdê wergire.

Lê şerta desteka swêdîyan ew e ku Ukrayna xebata ji bo reforman bidomîne, li hemberî bertîlxûrî û gendelîyê têbikoşe û enerjîya xwe bêtir efektîf bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".