Södertelye dişewite

Li Södertelyeyê êvara sêşemê li gelek ciyan bi qestî agir hatin pêxistin û teqînan rû dan.

 Li gor it.se xizmeta rizgariyê, têkiliyekê di navbera van şewat û biryara dozê ya dadgeha bilind ku wê doza kuştinên di nav çeteyên li Södertelye de qebûl neke de dibînin.

Dema ku, havîna derbasbuyî dadgeha îstinafê 17 mêr bi tawanê kuştina 3 kesan darizandin buyerên wekî vê dîsa rûdabûn.

Lê ji bo polîs niha hê zûye ku biryarekê di derbarê sebeba van şewat û buyerên li Södertelye diqewimin de bide.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".