Fîlimê mêrikê li ber mirinê hat weşandin

Meclîsa Wîlayetan a Uppsalayê tê dadgehkirin piştî ku bernameyek televîzyonê fîlimê nexweşekî li ber mirinê ye li nexwşxaneyê tê ragirtin kişandiye.

Dadgeha destpêkê biryara azadkirinê dabû lê îro wê biryara doza dadgeha îstinafê were eşkerekirin.

Li gor Wîlayeta Meclîsan, mêrikê nexweş bi devkî destûr dabû ku filmê wî were kişandin lê malbata wî ji vê yekê bawer nakin. Ew tazmînatek bi qasî 375 000 duxwazin piştî ku wan di televîzyonê de ditiye ku ew ci ezabî dikşîne.

Mêrikê ku nexweşê kansêrê buye di rêzebernameya kanala 3 ê bi navê nexweşxane de hatiye nîşandan. Xebatkarên nexweşxanê li hember kamerayan bi ziravî bahsa rewşa tenduristiya wî dikin.

Piştî navberek reklaman mirov dikare temaşebike ku çawa nexweş ji ber bêhntengiyê li ber xwe dide û çawa xebatkarën nexweşxanê bazdidin hawara wî. Piştî du rojan ew dimire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".