"Stargeha dawî ya zarokan dirûxe!"

Reva xebatkaran ji karê xwe yê li Daîreyên xizmeta civakî (sosyalê) her diçe problemên mezintir bi xwe re tîne.

Kêmasîya xebatkarên sosyalê dike ku stargeha dawî ya zarok û ciwanan li civakê birûxe.

Vê yekê seroka sendîka akademîsyenan Heike Erkers îro di rûpela nîqaşê ya rojnama Dagens Nyheterê de dinivîsîne.

Heike Erkers encama anketekê aşkera dike ku nîşan dide heft ji deh şaredarîyan ji bo lênêrîna zarok û ciwanan xebatkar kirê digire.

Ji bo ev pirsgirêk bêne çareserkirin gerek e tedbîrên xurt bêne girtin, bi ya Erkers.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".