Kristin Nilsson, Radio Sweden
Sextekarîya li ser înternetê. Wêne: Kristin Nilsson, Radio Sweden.

Sextekarîya li ser înternetê zêde dibe

Sextekarîya bi rêya înternetê van salên dawî gelekî zêde bûye. Û Mifetîşîya karûbarên fînansê xelkê hîşyar dike ku bi rêya înternetê pareyên xwe ranezînin kar û projeyên cûda yên şîrketên sextekar dimeşînin.

Mifetîşîya karûbarên fînansê her sal derdora 700 şîrketên nû datîne ser lîsteya xwe ya hîşyarîyê. Ev şîrket yan ne xwedîyê destûra karkirinê ne yan jî di rastîyê de qet tune ne.

Hinek ji van şîrketan swêdî ne. Lê piranîya wan ji derveyê welat in. Û gelek caran mirovên bi tecrûbeyên ji bazara razandina pareyen van şîrketên sextekar ava kirine.

Weke mînak ew dikarin li ser înternetê malpeerên sexte lê pêşkeftî yên borsayê saz bikin û mirov bi rêya van malperan dikare hîsseyên xwe taqîb bike.

Ew ta ku dikarin li ser înternetê daîreyên çavdêrîyê yên sexte jî ava bikin. Ji ber vê yekê dikare gelek sal wext bigire heta ku kesê mexdûr fam dike ku ew hatîye xapandin.

Û gelek kêm ji wan kesên hatine xapandin li cem polês gilîyan dikin.

Pasel Assalum li Mifetîşîya karûbarên fînansê weke çavdêr kar dike û kesên hatine xapandin rojane pê re têkilîyê datînin.

Pasel Assalum dibêje sextekarîyên bi rêya înternetê bûye problemeke mezin ku her sal zêde dibe. Gelek kes têne xapandin lê hejmara rastîn ya mexdûran gelekî mezintir e. Assalum dibêje em nizanin ka çiqas mirov têne xapandin û hejmara şîrket û malperên karên ne li rê dikin çend e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".