Alexander Karlsson/TT
Swêd dê bi tevahî 400 esker birêke Malîyê. Wêne: Alexander Karlsson/TT.

Mîsyona herî talûke ya Swêdê

Meha çile Swêd hêzeke leşkerî li ser navê Neteweyên Yekgirtî dişîne welatê Afrîka rojava Malîyê, ku li wir rêxistinên nêzî El Qaîdeyê heta niha 31 leşkerên ji hêza aşîtîyê kuştin e. 

Li wir grûpên dijwar yên wekî Al Qaîdeyê hene û hetanî niha 31 leşkerên ji hêza aşîtîyê ya rêxistina cîhanî hatine kuştin.

Di destpêkê de Swêd 250 leşker dişîne û pişt re dê hejmara wan bigîhîje 400î.

Wezîrê parastinê Peter Hultquist dibêje ev mîsyona herî bi talûke ya Neteweyên Yekgirtî ye lê ordîya swêdî amadekarîyên baş kirine û operasyonên xwe li gorî rîskên li ser erdê pîlan kirine.

Ji tîrmeha sala çûyî ve Neteweyên Yekgirtî li dijî hêzên îslamî piştgirîyê dide hikûmeta Malîyê ku li gelek herêmên welêt desthelatî û kontrolê wenda kirîye.

Ji 38 welatan bi gîştî 9 000 leşker li Malîyê ne. Û wezîrê parastinê Peter Hultquist dibêje dê operasyona li Malîyê her weha danûstendinên Swêdê yên navnetewî jî xurt bike:

Operasyonên wekî wan yên li Malîyê nîşan didin ka çiqas girîng  e mirov di çarçova şîrikatîya Natoyê û hevkarîya Yekîtîya Ewrûpayê de hevkarîyê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".