tt
Ew taksîyên buha gereke fîyeta dawî ji rêwî re bêjin. Wêne: TT.

Qanûn li dijî taksîyên buha

Ji serê salê û pê ve gerek e mişterîyên taksîyan bi nivîskî ji hesabê dawî yê rewîtîya ku dê bikin werin agahdarkirin.

Ev agahdarkirin yan gerek e dema taksî tê sparîşkirin yan jî dema mişterî li taksîyê siwar dibe were kirin.

Qanûna nû duh ji alîyê parlamentoyê ve hat pejirandin. Û armanc ew e ku dawî li wan fîyetin bilind bîne ku dike mişterî xwe xapandî hîs bikin.

Ev qanûn tiştekî bêhempa ye, bi ya mişterîyê taksîyê Klas Hallberg:

Klas Hallberg dibêje li Swêda ku welatekî rêkûpêk ya xwedî nîzam e tiştekî nedîtîyê ku xwedî bazareke taksîyan ya wahşîyane bibe.

Îro danîna fîyetan serbest e û li bazara taksîyan qaîdeyên xûyakirî tune ne. Her şoforek dikare li gorî dilê xwe fîyetek bibêje. Ji ber vê yekê bi taybetî jî turîst û rêwîyên ne ji xwe hayedar neçar mane ku fîyetên gelekî bilind ji bo rêwîtîya xwe bidin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".