Katarina Hedström/P4 Gotland Sveriges Radio
Moderatan 8 sal di hikûmetê de ji hevgirtina bûrjuwa re rêberî kir. Wêne: Katarina Hedström/P4 Gotland Sveriges Radio.

Kar, entegrasyon û refahê M têk bir

Partîya muhafezekar ya moderat (M) îro analîza xwe ya hilbijartinê weşand. Li gorî vê, sebebê wendakirina hilbijartinê bi sê pirsan ve girêdayî ye.

A yekem; partî di sîyaseta peydakirina karên nû de serkeftî ne bû. A dûem û sêem jî ew bû ku bersivên baş yên partîyê di warê sîstema refahê û entegrasyonê de tune bûn.

Bi ya Hans Wallmark û Per Nilsson ku vê analîzê di rûpela nîqaşê ya rojnama Dagens Nyheter de belavkirin Moderat nikarîbû sîyaseta xwe ya ji bo afirandina karên nû nûjentir bike û wê pêş ve bixe. 

Di mesela sîstema refahê de jî însîyatîf kete destê Sosyaldemokratan. Û di nîqaşên li ser entegrasyonê de jî Demokratên Swêdê bêtir serdest bûn.

Bi vî re encama Wallmark û Nilsson ew e ku divê partî di hilbijartinên 2018’an de li beramberî van herdû pirsan bêtir amade be.

Ew her weha dibêjin taqatê teşkîlata partîyê tunebû ku rola pêşengîyê hilde ser milên xwe û qismeke zêde ji vê berpirsiyarîyê ji sekreteryaya serokwezaretîyê re hêşt. Vê yekê jî kir ku berpirsîyarî û kontroll li beramberî fikrên nû serdest bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".