Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Xapînok piranî di înternetê de ne

Hat weşandin fredag 28 november 2014 kl 12.45
Xapînok û sextekar
(5:13 min)
Internetbedrägerier
Finansinspektionen varnar för falska investeringssajter.Foto: Kristin Nilsson, Radio Sweden

Gelo çend kes dikevine defa şîrketên xeyalî -sextekarên ser înternê, bi hezaran dirav winda dikin, lê şerm dikin behs jî bikin?

Pasel Assalum ji Çavdêriya Maliyê (Finansinspektionen) derbarê sextekarî û delevêreyên ser înternetê dibêje:

– Ev problemeke mezin e û her ku diçe zêdetir dibe. Gelek kes têne xapandin û mexdûr dibin, lê hejmareke bilind ku eşkere nabe jî heye. Yanî em tam nizanin bê çend kes, şîrket yan jî malper dibine qurbanê sextekariyan. 

Li gor polîs û dozger vê heyamê piraniya sextekariyan li ser înternetê dibin. Lêkolîna Konseya Bergirtina Tawanan (Brottsförebyggande rådet) eşkere dike ku di 2010ê de 14 000 gilî hatine kirin. Sê salan piştre hejmara van giliyan gihîştiye 24 000. Nasname û hesab têne revandin, çekên sexte yên blof têne şandin, lîstikên pîramîd û şîrketên biderewan ku sozên qezencên mezin didin têne ava kirin.

– Hîç ferq nîne bê tu kî yî, nepêwist e tecrûbeyeke te ya bazirganiyê hebe. Hema ku tu bixwazibî, tu li kûdera dinyayê bî tu dikarî bi sîstema min pereyan qezenc bikî. Ferq nake bê tu li malî, li ber peraveke behrê, yan jî li qehwê yî. 

Ev beşek ji reklama fîlmê bernameya bi navê Superalerts pro û nimûneyeke xapandina zîrek ya vê heyamê ye. Goya ew şîrketeke pererazandinê ye, lê Çavdêriya Maliyê (Finansinspektionen) xelkê hişyar dike da hay ji xwe û xapînokên wiha hebin. Li gor reklamê, nehewce ye tu tiştekî bikî, hema hesabekî kirînûfirotinê veke, miqdarek kêm pere razîne û dest bi qezenckirinê bike. Lê Pasel Assalum balê dikişîne ser ku ne zanyariyên têkilîdanînê hene û ne jî nemra şîrketê (organisationsnummer) .

Çavdêriya Maliyê salê derdora 700 şîrketî ji ber ku yan ew xeyalî ne, yan jî bêdestûr kar dikin dixe lîsteya xwe ya reş de. Gelek ji van ne ji Swêdê ne. Superalerts-pro wek nimûne ji bilî swêdî malpera wan bi danmarkî, spanî, polonî û îtalî jî heye. Wêneyên kesên di malperê de ku tê îdiakirin bi xêra bernameyê dewlemend bûne di hemûyan de heman mirov in. Lê nav û ziman cuda ye. Erika Hasson ya li Swêdê li Spaniya dibe Maria Fernandez û li Polonya dibe Petra Vanek.

– Şêweyê sextekariyên bi vî rengî zêde dibin. Ev sextekar piranî heman kesin, lê bi navê şîrketên guhertî tev digerin. 

Pasel Assalum bi berdewamî dibêje xapînok piranî xwedan tecrûbe ne. Gelek caran ew malperên sexte yên borsayê heta yên bi navê meqamên çavdêrîyê vedikin. Lewra heta ku ew têne keşifkirin wext derbas dibe. Carna jî ewqasî dereng mirov bi wan dihese ku dema mirov dest bi lêgerînê dike malperên wan hatine daxistin.

Îcar ji bilî derxistina holê ya gelek kesên ku têne xapandin, pir kes jî herçend belkî sextekaran dirav û malê wan gişt biribe jî lê şerm dikin herine gilî. Li xwe nanihin bêjin ew hatine xapandin. Pasel Assalum dibêje:

– Hinek 10 000 hinek jî 5-6 mîlyon kron winda dikin. Lê ekseriyet 200-300 hezarê wan av û av diçe. Zerareke mezin li van kesan dibe, xemgîn, fêtkar û şermezar dibin. Dikevine rewşeke dijwar de.

Lê sextekar delevêreyên xwe didomînin, soz û ehdên riyên hêsan yên maldarî, zengîniyê belav dikin.


BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".