Di dema noelêde hîleyên bacê tên kirin

Ekobrottsmyndigheten, Daîreya tawanên aborî niha di derbarê gelek hîleyên baca krînê de lêkolînan dike. Vê yekê rojnameya Dagens Nyheter dinivîse.

Hîleyên herî mezin elaqe bi alavên elektronîk hene wek telefonên mobîl  û Ipad ku li welatekî tên kirin û piştre derbasî welat û şîrketên din tên kirin.

Hîle bi rêya ku şîrketek di nav yekitiya Ewrûpa de tiştekî difroşe şîrketek din bêyî ku baca kirînê bide tê kirin. Li gor qeyde tu şîrket pêwist nake baca krînê bide heta tiştê ku kiriye negihîştibe dukana firotanê di nav yekitiya Ewrûpa de.

Piştî vê alav bi ser gelek şîrketên nu yên hatine damezirandin re derbas dibe heta dighîje dukanên firotanê.

Dema ku êdî alav dighîje dukanên firotanê ku haya wan ji hîleyên hatine kirin nîne û ji daîreya bacê li qanûnê baca krinê paşde duxwazin daîreya bacê mecbûr dimîne ku vê bacê ji kîsê xwe bide.

Ev şîrketên ku nu hatine vekirin jî piştî demekê tên girtin. Daîreya bacê jî nikare baca krînê ya zêde ku daye dûkanên firotinê şûnda ji wan şîrketan bigre, ji ber ku êdî ew êdî li holê nemane.

Encamê vê yekê ewe ku dûkan dikarin van alavan li gor bazarê bi qîmetek kêmtir bifroşin ku dûkan zêdetir bala muşteriyan bigşîne. Li gor Daîreya tawanên Aborî  ev yek zêdetir rê li ber hîleyan vedike.

Hîleyên baca krînê bi giştî di sala 2011an de gihîştibû 193 milyar Euro ku  bi pereyên swêdê 1 800 mîlyar kron dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".