Foto: Henrik Snygg
Foto: Henrik Snygg

Di qezaya otobusê de kesek mir

Vê sibê otobuseke turîstan ku berê wê li Köpenhamnê bû li dehma Tranemo, li başûrê Swêdê qulibî. Di qezayê de kesek mir, deh ji wan birîndarên giran derdorê çil rêwiyan jî rakirine nexweşxaneyê. Şofêrê otobusê jî birîndar bûye.

Vê sibê saet li 7an li ser riya 27ê li başûrê Swêdê otobus qulibî şerampolê û rê ji trafîkê re hate girtin.

Di otobusê de bi giştî 57 rêwî hebûn. Hêj nayê zanîn bê otobus çima qulibiye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".