Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Graf från Linköpings universitet om SD väljare.
Meyla dengdêrên SD cuda ye.

”Dengdêrên SD misilmanan naxwazin”

Mirov nikare sebeba serkeftina Demokratên Swêdê di hilbijartinên payîzê de tenê bi nerazîbûnê ve girê bide. Taybetmendiya dengdêrên SD bi giştî ew e ku ew bê tamûl in û helwesteke wan ya dijî bîyaniyan, nexasim misilmanan heye.

Ev encama lêkolîneke Zanîngeha Linköpingê ye ku îro di DN de hatiye weşandin.

Du lêkoleran, Peter Heström û Tim Müller vekolîn li ser meylên dengdêrên SD kirine û zêdetir ji 2000 bersiv wergirtine. Ji lêkolînê dîyar dibe ku nêzîkbûna dengdêrên Demokratên Swêdê ya li hemberî misilmanan ji yên din negatîvtir e. 

Nîvê wan kesên ku di hilbijartinên 2014 de dengê xwe dane SD dibêjin ew naxwazin bibine cîranê yekî misilman, ji %45 naxwazin misilmanek li yextiyarên wan binêre û %80 naxwazin bi riya zewacê mirovatiyê bi misilaman re bikin. 

Di nav dengdêrên partiyên din de meyleke wiha negatîv li hemberî misilmanan nayê dîtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".