Wêne: TT

Butçeya Sosyaldemokratan hilşiya

Beşên butçeya ku nehat qebûlkirin
4:02 min

Di dîroka swêdê de cara yekem e piştî 50 salî hilbijartinek awerte li dar dikeve. Vê yekê ji ber ku Demokratên Swêdê dengê xwe neda butçeya hukumetê rûda.

Piraniya meclîsê bi Demokratên Swêdê re û Aliansê re duh dengê xwe dan pêşniyara butçe ya Aliansê, ango hevgirtina burjûva. Butçeya hukumetê bi 153 dengan li hember 182 dengan wenda kir. Ev yek tê wateya butçeya ku hevgirtina Sosialdemokrak û keskan bi hev re pêşniyar kiribû nehat pejirandin. Loma serokweîr Stefan Löfven biryara hilbijartinek e awarte duh seat di 16.30 di civînek çapameniyê de eşkere kir.

Piştî ku butçeya Aliansê bi ser ket, beşek girîng a ji butçeya hukumetê  jî êdî nayê bi cîh anîn. Mîsal, pêşniyara daxistina bacê ji bo teqawîtkiriyan, ciyên nu yên perwerdeyê, hewla baştirkirina dibistanan û bilindkirina mehaneya mamosteyan.

Seroka Yekitiya Mamosteyan, Jaara Åstrand vê yekê weha şîrove dike:

-Di butçeya hukumetê de bilindkirina mehane ya mamosteyan hebû. Ev hewldanek pêwist bû eger em  bixwazibin ji heq vê serberjêriya encamên xerab ên zanyarîyê li dibistanan heye derkevin, lê berê her tiştî em çawa dikarin xwe ji van encamên xerab rizgar bikin ku wek zêdetir mamosteyan bi cîh bikin.

Di mijara dibistanê de di butçeya Aliansê de jî hewldanên mezin ên baştirkirinê hene ku salê nêzîkî pênc milyon kron e lê bi awayekî din. Wek 22 000 bi cihkirina mamosteyên pispor ku hem kar dikin û hem jî erka wan a baştirkirina perwerdeyê heye û dibistana 10 salî ya mecburî pêşniyarên Aliansê ne.

Ku butçeya aliansê hat pejirandin tê wateya ku pêşniyara hewldana hukumetê ya bi qasî 25 milyaran wek dihat pilankirin piştî sala nû nakeve meriyetê.

Wekî din jî wê daxistina bacê ya ji bo teqawîtkiriyan neye daxistin, bilinkirina sînorê sendiqayê û zêdetirkirina karmendên ji bo lênerîna kesên bi temen jî li erdê dimîne. Û ji zarokan re ku derman belaş be jî edî nayê qebûlkirin.

Seroka aboriya swêdê a sosialdemokrat,  Maglena Andersson duh xemginiya xwe ya di bernameya televîzyonî a Swêdê de anî ziman û got ku ew berê her tiştî li butçeya wan pêşkêş kiribû fikiriye ku wê niha ciwan demek dirêj bi kar bigerin di şûna ku ew bixweynin û dest bi kar bikin.

Ku wê xizmeta lênêrîna kesên bi temen neyê bikalitetir kirin bi rêya bilinkirina derfetan û zêkirina personelan.

Û bilindkirina bacê ya ji bo kesên mehaneya wan bilinde jî helbet naye nakeve meriyetê. Dîsa bilinkirina bacê ji bo teqawitkiriya bi heman awayî. Bilinkirina baca jîngehê ya bi qasî 2 milyaran, binîvîkirina xerca kardêran a ji bo ciwanan jî tê sekinandin.

Hukumet niha mecbûre li ser butçeya Aliansê kar bike ku ew bi siyasetek din tê fikirîn, misal bi ser siyaseta bazara kar re şîrket tên pêşdixin bêyî ku tu bacan bilind bikin.

Lê hinek guhertinên ku rû jî dane hema hema ji bo her du aliyan wek hev in, mîna ku wê ji bacê daxistina pereyên komkiri yê teqawitiyê ji holê rabe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".