Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Havsvågor sköljer in mot stranden. Foto. Hasse Holmberg/TT
Havsvågor sköljer in mot stranden. Foto. Hasse Holmberg/TT

Enerjî ji deryayê dê were girtin

Gelo mirov dê çawa bikaribe ji pêlên behrê enerjiyê derxîne? Ji bo peydakirina rêbaz û metodên derxistina enerjiya bi vî rengî Meqamê Enerjiyê di nava çar salan de 53 mîlyon kron vediqetîne. Vê yekê Sara Bargi ji Meqamê Enerjiyê aşkere dike.

--Em li xebatên enerjiya deryayê bi giştî dinêrin û pereyên nû radizînin da ku bi saya aktorên nû xebat werine xurtkirin. 

Pere dê hem biçine ji lêkolînên akademîk re hem jî şîrketên ku hewl didin bi rêbazên nû enerjiyê ji deryayê wergirin. 

Li gor rêxistina navdewletî ya bi navê World Energy Council eger mirov bi ser metodê ve bibe di rojên pêş de ji %10ê enerjiyê dikare ji pêlên deryayê were derxistin. Lê ev îdia bi serê Sara Bargi nakeve.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".