Anna Kinberg-Batra. Foto: TT
Anna Kinberg-Batra dibe seroka nû ya Moderatan. Foto: TT

Pêncşemê Batra dibe serok

Komîteya rawêj ya Moderatan pêncşema bê di konferanseke çapemeniyê de wê Anna Kinberg Batra weke seroka nû ya partiyê pêşniyaz bike. Jêderên nûçeyên Radyoya Swêdê Ekotê vê yekê eşkere dikin.

Bi vî awayî moderata ku di hilbijartina awarte de li ser serokwezîrtiyê qayîşkêşanê bi Stefan Löfven re bike wê Batra be. 

Duh bi eşkerekirina dema hilbijartina awarte re Moderatan jî biryar dan ku civîna xwe ya salane bidine pêş û di şûna adarê de di çile de civînê li dar bixin. 

Halê hazir Anna Kinberg Batra berdevka Moderatan ya sîyaseta aborî  ye û di nav partiyê de ew xwedanê piştgiriyeke xurt e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".