Fiskebåtar i Medelhavet
I Medelhavet fiskar en alldeles för stor flotta med små trålare och garnfiskebåtar. Foto: Christos Maravelias

Li Almanya qaçaxçiyek hate girtin

Kesekî ku bi sedan malbatên erîtreyî ji ber qaçaxiya mirovan giliyê wî kiribûn li Almanya hate girtin. Gelek ji wan kesên giliyê mêrik kirine li Swêdê dijîn.

Par havînê qaçaxçiyan 244 kes xistibûne gemiyeke biçûk de û ji Libya berê wê dabûne Ewrûpa, lê gemî binav bûbû. Qaçaxçiyê gumanbar ku niha hatiye girtin weke yek ji berpirsên vê qezayê tê destnîşan kirin.

Berya niha jî ji ber gumanbariya qaçaxiya xeternak 9 erîtreyî hatibûne girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".