Binak Gashi är sekreterare i elevrådet på Kristinebergskolan och Linnea Månsson delar ordförandeposten på Svedjeskolan. Foto: Peter Elvemo.
Foto: Peter Elvemo.

Dibistan bi dilê zarokan e

Eger mirov bi 20 sal berê re bide ber hev xwendekarên swêdî îro kêfxweştir in, lê di heman demê de stresa dersan zêdetir bûye. Ev encama rapirsiyeke Meqamê Tenduristiya Gel e ku di nav 8 000 xwendekar de çêkiriye.

Bersivên rapirsiyê nîşan didin ku ji pênc xwendekaran yek li dibistanê pir dilxweş e. Ji wextê ku dest bi vê rapirsiyê hatiye kirin, salên 1980î ve tu caran rêjeyeke ewqas bilind nehatiye wergirtin.

Lê di heman demê de gelek xwendekar, bi taybetî keçên 13 salî radigihînin ku ew bi stres in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".