Kristdemokraterna logga
Kristdemokraterna logga

Halê Demokratên Xiristîyan xerab e

Di hilbijartina awarte ya biharê de zerara herî zêde wê li Demokratên Xiristiyan, Partiya Gel û Partiya Jîngehê bibe.

Li gor rapirsiyeke raya giştî ku DN/Ipsos kiriye nîvê dengdêrên berê yên Demokratên Xiristiyan aşkere dikin ku ew ê dengê xwe bidine heman partiyê. Ji dengdêrên Partiya Gel û Jîngehê %20 didine zanîn ku ew ê dengê xwe bidine partiyeke din.  

Bi giştî dema mirov lê dinêre %73 kesên beşdarî lêkolînê bûne dibêjin ew ê mîna berê dengê xwe bidin.

Ji deh kesan du yên herî dawî dengê xwe dane partiyên sor yan jî kesk radigihînin ku ew ê raya xwe vê carê bidine Demokratên Swêdê – SD. Ev jî dikare bike ku partiya herî bi qezenc dikare bibe SD.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".