Международная Амнистия о нарушениях прав человека в Украине

Amnesty: Divê endamên din yên YE jî mîna Swêdê bin

Di nav endamên YE de dewletên ku ji bo penaberên Sûriyê berpirsiyartiya xwe tînin cî tenê Swêd û Almanya ne. Girîng e dewletên din jî çav li van bikin û xwedî li penaberan derkevin. Rêxistina efûyê Amnesty di raporeke xwe de vê daxwazê dike.

Derdorê çar mîlyon însan ji Sûriyê revinaye. Li gor Amnesty ekserîyeta van, 3,8 mîlyon li dewletên nêzîkê Sûrîyê mane û di nav şertên xedar de dijîn.

Nûnera Amnesty ya Swêdê Elisabeth Löfgren dibêje dewletên din jî divê xwedî li derbederan derkevin.

Elisabeth Löfgren dibêje:

– Dewletên Xelîc/Kendavê hem bi dîn hem jî bi zimanê xwe nêzîkê xelkên Sûriyê ne. Ekonomiya wan jî ewqas baş e ku gereke wan mihacir bihewanda. Dewletên endamên YE jî gereke berpirsiyartiyeke meztir bigre ser xwe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".